بمشاركة منسقية المرأة في الإدارة الذاتية لشمال وشرق سوريا، أدلت منصة الفعاليات المشتركة للحركات والتنظيمات النسوية في شمال وشرق سوريا، اليوم الاثنين، بياناً للرأي العام للإعلان عن بدء حملتها لعام 2023، بمناسبة اليوم العالمي لمناهضة العنف ضد المرأة، تحت شعار”ضد كافة أشكال العنف والاحتلال” و”المرأة- الحياة- الحرية” وذلك في ساحة البانوراما بمدينة الرقة.
وجاء في نص البيان”يصادف الخامس والعشرون من كل عام ،اليوم العالمي لمناهضة العنف ضد المرأة ليكون جواباً لما شهده ذاك اليوم أشد أنواع التعنيف، وليكون ردنا برفع أصواتنا الحقة ضد عقلية الأنظمة الاستبدادية والذهنية الذكورية السلطوية والرأسمالية، التي تحاول النيل من إرادة المرأة وتهميش دورها وإمحاء وجودها، وطعن مقاومتها العظيمة التي لا تزال مستمرة من أجل تحقيق الحياة الحرة، ونيل الحقوق المشروعة الخاصة بها على مر تاريخ البشرية”.
وأوضح البيان “شهد الخامس والعشرون من تشرين الثاني حادثة اغتيال الأخوات ميرابال عام 1960 اللواتي قدن كفاحاً فريداً، ضد طغاة العصر وظلم الرجل المستبد، حتى أصبحن قدوة حقيقية وآمالا ًونبراساً لجميع النساء المناضلات في العالم، وعلى إثر ذالك نستذكر كافة شهيداتنا اللواتي ضحن بأرواحهن لنحظى بوقفة المرأة القوية الصامدة، وكل خطوة نخطوها نحو التقدم والازدهار هي بفضل تضحياتهن وبصماتهن التاريخية التي سيذكرها العالم على مدى العصور”.
وأردف البيان”باسم الحركات والتنظيمات النسائية في شمال وشرق سوريا نُحيي كل النساء اللواتي يتصدين للعنف الذكوري، وأولئك اللواتي يقمن بالريادة للنضال ضد الفاشية والاحتلال، وأثبتن أنهن قادرات على الإطاحة بسياساتهم، كما نُحيي النساء الكردستانيات والصديقات اللواتي صعدن دفاعهن الذاتي ضد عنف الرجل والدولة في الأجزاء الأربعة من كردستان، ونحيي أيضاً كل المعتقلات السياسيات اللواتي يتصدين للعزلة والتعذيب ولأحكام الإعدام بحقهن في سجون النظام الإيراني وكل الدول الأخرى، وكل اللواتي يدافعن عن أرضهن ضد الاحتلال بدءاً من ساحة الثورة روج آفا شمال وشرق سوريا إلى العالم، وكل المناضلات اللواتي صدحت حناجرهن بشعار Jin Jiyan Azadî”.
وتابع البيان”نحن أمام واقعٍ يبسط للعيان؛ أن الذهنية الرجولية المهيمنة لن تتراجع عن أهدافها بل إنها تعيد انتاج نفسها بنحوٍ أسرع وأعنف، حيث نرى أن الذهنية الأبوية ونظامها الذكوري يصعدان من إبادة النساء ،بالتوازي مع تصعيد النضالات النسائية من أجل المساواة والحرية في كل أنحاء العالم، كما أننا في هذا اليوم بالذات؛ نجدد عهد مسيرتنا النضالية ضد كافة الانتهاكات أو الممارسات الوحشية التي ترتكب بحق المرأة، الأمر الذي زاد من تعميق معاناة المرأة التي ما تزال مستمرة في ظل الصراعات والحروب الدائرة في جميع دول الشرق الأوسط والعالم كـ ( سوريا -العراق – ايران- تركيا- أفغانستان- ليبيا- فلسطين).
وأشار البيان “ففي سوريا ومع دخول أزمتها عامها الثالث عشر، ما زالت المرأة السورية تناضل وتكافح ضد كافة أشكال العنف والظلم، وتدافع عن حقوقها وحريتها من خلال التنظيم والإرادة الصلبة وتضافر الجهود النسوية التي بدأتها من ثورتها في روج أفا وشمال وشرق سوريا حتى تتوسع وتلقي بظلالها على كافة أرجاء سوريا والمنطقة والعالم، وبالرغم من الإنجازات التي حققتها المرأة، إلا أن سياسات النظام البعثي والاحتلال التركي والفصائل الداعمة له، ما زالت تشكل خطراً على واقع النساء، حيث تتعرض بشكل شبه يومي لأساليب القمع والإبادة، وخاصةً في المناطق المحتلة (عفرين، سري كانيه، كري سبي) ومناطق جرابلس – إعزاز- الباب – إلى جانب ارتكابها المجازر وجرائم الحرب، باستهداف الشخصيات القيادية الوطنية والسياسية”.
وأكد البيان إن إستمرارية سياسة الذهنية السلطوية الذكورية بكافة أنماطها وأساليبها لا تزال تسعى إلى ترسيخ مفاهيمها بين المجتمع، مستندة في ذلك على إبادة المرأة التي تقتل بذرائع وحجج الشرف، وتغتصب وتسلب وتنتهك كافة حقوقها، وهي من تدفع الثمن غالياً وتقع ضحيةً للعادات والتقاليد السلبية التي أنتجتها الأعراف الجنسوية والمواريث الاجتماعية والدينوية، أمام كل هذه التحديات والصعاب، إننا في منصة الفعاليات المشتركة للحركات والتنظيمات النسائية في شمال وشرق سوريا، سنستمر في النضال والكفاح ضد كافة سياسات الأنظمة الاستبدادية، ونرفع من وتيرتنا النضالية والمطالبة بمحاسبة مرتكبي الجرائم بحق المرأة، ونؤكد على سعينا المستدام لتنظيم وحماية أنفسنا وتوحيد صوتنا ومواقفنا تجاه كل ما يعادي مسيرة حرية المرأة.
واختُتم البيان بالقول “أننا نؤكد على مساندتنا لنساء روجهلات كردستان –إيران في انتفاضتهن التي اتخذت من شعار المرأة الحياة الحرية أساساً لها، والتواصل مع جميع نساء العالم لتحقيق التضامن والتكاتف والوحدة عبر مقاومة ورؤية نضالية مشتركة، من أجل إنهاء كافة أشكال العنف، ورفع الظلم الممارس بحق المرأة على أسس ومبادئ العيش المشترك، ضمن إطار ديمقراطي ودعم ومساندة كافة النساء في المنطقة والعالم، وعلى هذا الأساس نعلن عن بدء حملتنا لعام 2023 بمناسبة اليوم العالمي لمناهضة العنف ضد المرأة تحت شعار” ضد كافة أشكال العنف والاحتلال”المرأة – الحياة – الحرية” وتبدأ فعالياتنا من 13/ تشرين الثاني حتى 25/ تشرين الثاني على الشكل التالي:
1- من 14الى 19 الشهر سيتم إعطاء محاضرات في الكومينات والقرى والمخيمات والمؤسسات.
2- 18 الشهر بقيادة قوات حماية الجوهرية للمرأة القيام بمسيرة على مستوى إقليم الجزيرة.
3- تدريبات مفتوحة في جميع النواحي للرجال على مدى 3 أيام.
4- 24 الشهر سيتم إطلاق حملة هاشتاغ على مواقع التواصل الاجتماعي.
5- عقد ملتقيات وندوات حوارية على المستوى السوري والشرق الأوسط وعلى مواقع التواصل الاجتماعي.
6- عرض مسرحي تحت عنوان ” كفى للعنف” في جميع مناطق شمال وشرق سوريا.
7- القيام بسلسلة من الزيارات لقرية المرأة (جينوار).
8- توزيع بروشورات تعريفية عن اليوم العالمي لمناهضة العنف ضد المرأة.
9- سيتم تنظيم مسيرة بالدراجات الهوائية للمرأة الشابة وسيرفعن شعارات مناهضة للعنف والاحتلال من خلالها.
10- إقامة معارض للرسم لهلال زيرين على مستوى شمال وشرق سوريا وذلك في 14 من الشهر الحالي.
11- قيام كل حركة أو تنظيم نسائي بفعالياته المتنوعة حسب برنامجها الخاص.
12- تنظيم مسيرات جماهيرية على مستوى المقاطعات في شمال وشرق سوريا.
Daxuyanyî ji bo raya giştî:
Di bin dirûşmeya “Li dijî her cure tundî û dagirkerî”
Jin – Jiyan – Azadî
Her sal 25’ê Mijdarê weke Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê ya Cîhanê tê naskirin, ji bo ku bibe bersivek li hemberî tundiya herî dijwar a ku di wê rojê de hatiye jiyankirin. Bila bersiva me bi bilindkirina dengê xwe yê rastî li dijî zihniyeta rejîmên desthilatdar, zihniyeta baviksalarî û kapîtaliîst ên ku hewl didin vîna jinê bişkînin, rola wê biçûk bixin û hebûna wê ji holê rakin, dixwazin berxwedana wê ya mezin ku ji bo jiyana azad û bidestxistina mafên xwe yên rewa di dîroka mirovahiyê de, ku ta niha jî didome pûç bikin. Di bîst û pêncê mijdara sala 1960’an de, xwişkên Mîrabal hatin qetilkirin, ên ku li dijî zalimên serdemê û zordestiya zilamê desthilatdar têkoşîneke bêhempa dane meşandin, heta ku bûn mînak, hêvî û ronahiya rastîn ji bo hemû jinên têkoşer di cîhanê de. li ser vê bingehê em hemû şehîdên xwe yên ku canê xwe feda kirine bi bîr tînin, da ku helwestên jinên bi hêz, berxwedêr û xweragir qezenc bikin, her gava ku em ber bi pêşketin û serkeftinê ve diavêjin bi saya fedekarî û şopên wan ên dîrokî ye, ku cîhan wê her tim di her serdeman de bi bîr bîne.
Bi navê tevger û rêxistinên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, em hemû jinên ku li dijî tundiya zilamê desthilatdar li ber xwe didin û yên ku li dijî faşîzm û dagirkeriyê pêşengtiya têkoşînê dikin û îspat kirine ku dikarin siyaseta wan têk bibin, silav dikin. Her wiha em jinên kurdistanî û dostên Kurd ên ku li çar parçeyên Kurdistanê li dijî tundiya mêr û dewletê berxwedana xwe ya cewherî xurit kirine silav dikin. Her wiha em hemû girtiyên siyasî yên jin ên ku di girtîgehên rejîma Îranê û hemû dewletên din de, ku li hemberî tecrîd îşkence û cezayên darvekirinê li ber xwe didin silav dikin.
Hemû jinên ku li dijî dagirkeriyê xaka xwe diparêzin, ji Şoreşa Rojava ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ta cîhanê û hemû jinên berxwedêr ên ku bi dirûşmeya jin, jiyan, azadî diqîrin silav dikin.
Em bi rastiyeke ku bi zelalî tê dîtin re, rû bi rû ne, Zihniyeta zilamê desthilatdar wê ji armancên xwe venegere, wê xwe bi lez û beztir ji nû ve hilberîne, ji ber tê dîtin ku zihniyeta zilamê serdest û pergala wê ya baviksalarî bi bilndkirina têkoşîna jinan a ji bo wekhevî û azadiyê li hemû deverên cîhanê, qirkirina wê zêde dike.
Di vê rojê de li dijî hemû binpêkirin û pêkanînên hovane yên li ser jinan tên kirin ku êşên wan hîn kûrtir kirine di pevçûn û şerên ku li hemû welatên Rojhilata Navîn û cîhanê de diqewimin û ta niha jî didome weke (Sûriye – Iraq – Îran – Tirkiye – Efxanistan – Lîbya – Filistîn.) em soza têkoşîna xwe nû dikin.
Li sûriyê dema ku krîza wê derbasî sala xwe ya sêzdehemîn dibe, jinên Sûriyê hîn jî li dijî her cure tundî û neheqiyê şer dikin, bi rêxistinbûn, îradeya xurt û xebatên hevgirtî yên jin ku bi şoreşa Rojava ya bakur û rojhilatê suriyê dest pê kir, maf û azadiya xwe diparêzin.
heta ku li hemû dever û herêmên Sûriyê û cîhanê berfirh dibe.
Tevî destkeftiyên jinan, polîtîkayên rejîma Baas, dewleta Tirk a dagirker û komên ku piştgiriya wê dikin, hîn jî metirsiyekê li ser jinan çêdikin, ji ber ku hema her roj rastî rêbazên zext û qirkirinê tên, bi taybet li herêmên dagirkirî (Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Spî) û herêmên Cerablus – Ezaz – El-Bab – ji bilî komkujî û tawanên şer ku kesayetên pêşeng, welatparêz û siyasî armanc dikin.
Berdewamiya polîtîkaya zihniyeta desthilatdar a mêr bi hemû şêwe û rêbazên xwe hîn jî li ser esasê tinekirina jinên ku di bin hincetên namûsê de tên qetilkirin û rastî tecawiz, talan û binpêkirina Hemû mafên wan û yên ku berdêlên giran didin û dibin qurbaniyên urf û adetên neyînî yên ku ji hêla normên zayendî û mîrasên civakî û olî ve hatine çêkirin, têgînên xwe di nava civakê de dide rûniştandin û xurt dike. . Li hemberî van hemû astengî û zehmetiyan em ê di platforma çalakiyên hevpar ên tevger û rêxistinên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de li dijî hemû polîtîkayên rejîmên desthilatdar berxwedan xwe bidomînin û têkoşîna xwe bilind bikin. Û em daxwaz dikin ku berpirsên tawanên li dijî jinan hesap bên dîtin, û hewldana xwe ya domdar a ji bo rêxistinkirin û parastina xwe û yekkirina deng û helwestên xwe li hember her tiştê ku dijminatiya meşa azadiya jinê dike teqez dikin.Her wiha em piştgiriya xwe ji bo jinên rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku di serhildana xwe de diruşmeya “ Jin Jiyan Azadî ” ji xwe re esas girtibûn, tekez dikin. Tekilî bi hemû jinên cîhanê re ji bo pêkanîna hevgirtin û yekîtiyê bi berxwedan û nêrîneke hevpar a têkoşînê, ji bo bidawîkirina hemû cureyên tundiyê û rakirina neheqiya ku li ser jinê tê kirin, li ser esasê rêgezên jiyana hevbeş, di çarçoveyeke demokratîk de û piştgiriya hemû jinên di herêmê û cîhanê de.
Li ser vê bingehê em bi boneya Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê û di bin dirûşmeya “Li dijî her cure tundî û dagirkerî” Jin – Jiyan – Azadî, destpêkirina kampanyaya sala 2023’an radigihînin. Çalakî ji 13ê Mijdarê heta 25ê Mijdarê wiha dest pê dike: 1- Ji 14 ta 19 mehê dê li komîn, gund, kampan û saziyan semîner bên dayîn.
2- Di 18’ê mehê de Hêzên Parastina Jin ya Cewherî dê meşekê li seranserî herêma Cezîrê bê lidarxistin. 3-Perwerdeyên vekirî di hemû waran de ji bo mêran di dema 3 rojan were vekirin.
4- 24ê mehê dê li ser malperên medyaya civakî kampanyaya hashtagê bê destpêkirin.
5- civîn û hevdîtinên diyalogê li ser asta Sûriyê û Rojhilata Navîn û li ser malperên torên civakî were lidarxistin.
6- Li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşandana şanoyê ya bi navê “Ji tundiyê re bes e” were pêşkêş kirin.
7- Li gundê jinan (Jinwar) rêze serdan bên lidarxistin. 8- broşurên danasînê di derbarê Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinan de bên blavkirin.
9- Ji bo jinên ciwan wê meşa bisîkletê bê lidarxistin û di meşê de dirûşmeyên li dijî tundî û dagirkeriyê bilind bikin.
10- Di 14ê vê mehê de li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşangehên wêneyan ji aliyê Hîlal Zerîn ve tên lidarxistin.
11-Her tevger û rêxistinek jinan li gorî bernameya xwe xebatên xwe yên curbecur pêk tîne.
12- Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser asta Kantonan meşên girseyî bên li darxistin.
Silav li giyanê pak, qurbaniyên tundiya li ser jinê û hemû jinên ku li her derê cîhanê ji bo azadî, wekhevî û aştiyê têkoşiyane û em bîranînên wan bi rêz û hurmet bi bîr tînin.
Platforma çalakiyên hevpar ên tevger û rêxistinên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê










